Encûmena Wezîran guftûgoyê derbarê rêkeftina projebudceya 2020an û rewşa kehrebê li Herêmê dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê tekeziyê li berevanîkirina li maf û destkeftên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê tekeziyê li berevanîkirina li maf û destkeftên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê dike.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serpereştiya Serokê Enûcûmena Wezîran Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di despêka civînê de, danûstandin derbarê dawî derencamên danûstandinên, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal yên taybet bi projebudceya 2020an de, ji aliyê  şanda Herêmê ji bo danûstandina ligel Bexdayê hat kirin.

Encûmena Wezîran ligel destxweşî li şanda danûstandkar, tekezî li pabendbûna Herêma Kurdistanê bi berevanîkirina li maf û destekeftên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê kir. Bi wê arasteyê jî, ew şand raspart ku di hewlên xwe de berdewam be, ta rêkeftina bi Wezareta Darayî ya Iraqê re hatiye kirin li Parlemana Iraqê bê pesendkirin, di rêya hemahengîkirin bi fraksiyonên Kurdistanî û frakisyonên din re. Bi awayekî, ku berjewendiya hevbeş a Herêma Kurdistanê û Iraqê liber çavan bigre.

Encûmena Wezîran herwiha, danûstandin derbarê rewşa kehreba Herêma Kurdistanê û girift û astengiyên wê kir. Wezîrê Kehrebê Kemal Mhemed Salih raportek berfereh bi data û zanyariyên pêwîst derbarê berhemanîn û xerciyên kehrebê û pirsgirêk, astengî û serpêçiyên di warê kehrebê de pêşkêş kir. Di vê derbarê de, Encûmena Wezîran biryar da, her hewlekê ji bo baştirkirina demjimêrên dayîna kehrebê bixe ber. Ji bo vê mebestê jî, pêşwazî li projeya pîverê zîrek ji bo kehrebê dike, bi awayekî di berjewendiya welatiyan de be. Rêkarên tund jî, li hember serpêçîkaran û wan kesên, zêdegavî li ser tora kehrebê dikin, bigrin ber.

 

S. B