Hikûmeta Herêmê pêngaveke nû derbarê deriyên sînorî de davêje

Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyeke bilind ji bo kontrolkirina deriyên sînorî pêk aniye, komîteyên pêwendîdar ên Parlemanê jî pêşwazî li wê hewla hikûmetê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyeke bilind ji bo kontrolkirina deriyên sînorî pêk aniye, komîteyên pêwendîdar ên Parlemanê jî pêşwazî li wê hewla hikûmetê dike.

Di çarçoveya Wezareta Navxwe û Wezareta Darayî yên Herêma Kurdistanê de, komîteke hevbeş ji bo kontrolkirina deriyên sînorî pêk hatiye, ew komîte bi berdewamî dicivin, ji bo sîstema karkirinê diyar bikin.

Hevdem jî, Komîta Destpakî ya Parlemana Kurdistanê di destpêka karê xwe de serdana tevahiya xalên sînorî kir û raportek derbarê di wê derbarê de amade kiriye.

Endamê Komîta Destpakî ya Parlemana Kurdistanê Weysî Seîd ji K24ê re ragihand, di pêdaçûnên wan de diyar bû, hin xalên sînorî bê kontrol in û pêwîstiya wan bi kontolkirina bihêz heye.

Di civîneke Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de, wezaret û aliyên pêwendîdar tekezî li ser kontrolkirina xalên sînorî kirine, bi awayekî ku tevahiya xalên sînorî bi hev ve bêne girêdan, bi armanca rêgirî li gendelî û hawirdekirina kelûpelên qedexekirî bê kirin.

 

S. B