Serok Barzanî rewşa Mûsilê li gel Usmae Nuceyfî gêngeşe dike
K24- Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî, pêşwazî kir ji Usmae Nuceyfî, serokê Hevpeyamnî ya Qerar ya Îraqê û rewşa Mûsil û xelkê wî bajêrî gêngeşe kirin.
Duhî Çarşembîyê 24.04.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî Serokê Hevpeymaniya Qerarî ya Iraqê kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan.
Her wiha di derbarê kêşeyên îdarî û siyasî û aborî û emniyên parêzgeha Nînewa û rewşa jiyana hemwelatiyên wê parêzgehê hate nirxandin û tekez kirin ku pêwîste pêkvejiyana aştiyaneya pêkhatên wê parêzgehê bê parastin û bi lez kêşeyên Mûsil bêne çareser kirin û rê nedin asayîşa wê parêzgehê bikevê ber gefa terorîstan.