Konseya Ewrûpa dilgiraniyên xwe beramberî jikar dûrxistin a şaredariyan diyar kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Kongreya Desthilatên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewrûpa daxûyaniyek di derbarê jikar dûrxistin a Şaredarên Mêrdîn, Wan û Diyarbekrê de ragihand. Serokê Konseyê Anders Knape diyarkir, ku ji van kiryarên beramberî şaredariyan dilgiran in.
Knapê anî ziman, ku şaredar ji alî vîn û iradeya azad û dadwer hatine hilbijartin û dê kiryarê dewleta Tirkiye hemberî şaredariyan bişopînin.
Herweha Kongreya Desthilatên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewrûpa, ev babet girt rojeva civîna xwe ya 11ê Îlonê, ku dê li Strasborgê lidar bikeve.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewrûpa Thorbjorn Jagland jî, bi rêya peyvdarê xwe ragihand, jikar dûrxistin a şaredaran binpêkirina demokrasiyê ye.
C.B