Hevpeymaniya Navdewletî : Ji bo piştrastbûna Enqere û HSDê, gereke çavdêrîya asmanî li gel Tirkiyê encam daye.

Hevpeymaniya Navdewletî radgehîne, Ji bo piştrastbûna Enqere û HSDê, wê gereke çavdêriyê ya asmanî digel Tirkiyê encam daye.

K24- Hewlêr

Hevpeymaniya Navdewletî radgehîne, Ji bo piştrastbûna Enqere û HSDê, wê gereke çavdêriyê ya asmanî digel Tirkiyê encam daye.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê li ser rûpela xwe ya tora civakî Twîtterê belav kirye, gerek çavdêriyê li Devera Aram a li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê encamdan e, Di Twîtta hêzên Hevpeymaniya navdewletî de hatiye jî, ku bi Helîkopterên ji curê UH60 Blak Hok gera çavdêriyê encam dan e.

Eşkere jî kir, ew ger ji bo dayîna dilniyabûn a zêdetir bi hevpeymanên Amerîka li Nato ku Tirkiyê ye, û Hevbeşên wan di têkşikandina DAÎŞê de, ku HSDê ye.

Ta niha Tirkiyê û AMerîka sê gerên çavdêriyê li Devera Aram encam dan e.
Nûçegîhanê Kurdistan24 ragihand, 2 helîkopterên Tirkiyê û 2 yên Amerîkayê ji navendek leşkerî li bajarokê Kaniya Xezalan, dest bi gerek çavdêrî ya esmanî liser navçeya aram li bakûr û rojhilatê Sûriyê encamdan. Ew jî, wekî gavek ji bo cîbicîkirina avakirina herêma ewle.
Heta niha, hêzên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê li herêma ewle, 4 gerên hevbeş yên asmanî û bejahî kirin e.