Sînatoreka Emerîkayê daxwaz dike welatê wê peywendîyên bihêz hebe li gel Herêma Kurdistanê
K24- Waşitun
Sînatora Emerîkayî, Tamî Dekwort, ku enedama karaye di Komîte ya Hêzên Çekdare de li Civata Pîrên Emerîkayê, piştî ku ji serdaneka Îraqê vegeryay welatê xwe, pesn û sitayîş a rol û pêgeha Herêma Kurdistanê kir û bi pêdivî zanî Emerîka giringîyeka zêdetir bi Herêma Kurdistanê bide.
Ev xanima sînatora Emerîkayî, li sala 2004 xizmeta serbazî kirîye di nav supayê Emerîkayê de li Îraqê.
Niha piştî 15 salan wek berpirseka bilinda Emerîkayê li gel şandekê, careka din serdana Îraqê kirîye.
Di panêleka taybet de bi wê serdanê, behsa guhertin, nerîn û têbînîyên xwe kir li ser niha ya Îraqê.
Beyan Samî Ebdûlrehman, Nûnera hikumeta Herêma Kurdistanê li Waşitunê, supasîya hewlên wê xanima sînator kir li beranber berevanîya wê ji Kurdan.