Rewşa penaberan di roja penaberan a cihanî de

Di 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanî de Rewşa penaberan di rojevê de ye ku penaberê Rojava yên li Diyarbekirê dijîn bi hesreta bajarên xwe hewil didin ku xwe bi jiyanê gire bidin. Şîrîn Xelîl jî ku dayîka 4 zarokan e dema ku ji bajarê xwe Hesekê derketî ye hunera xwe jî li gel xwe kiri ye penaber û bi berhemên xwe yên karên destan debara jiyana xwe dike.

K24-Amed

Di 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanî de Rewşa penaberan di rojevê de ye ku penaberê Rojava yên li Diyarbekirê dijîn bi hesreta bajarên xwe hewil didin ku xwe bi jiyanê gire bidin. Şîrîn Xelîl jî ku dayîka 4 zarokan e dema ku ji bajarê xwe Hesekê derketî ye hunera xwe jî li gel xwe kiri ye penaber û bi berhemên xwe yên karên destan debara jiyana xwe dike.

Roja 20ê Hezîranê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve wek Roja Penaberan a Cîhanî tê qebûlkirin û di vê rojê de bi milyonan penaber ji neçarî ji axa xwe dûr dijîn. Yek ji van  penaberan Şîrîn Xelîl e ku ji bajarê Hesekê yê Rojava ye. Şîrîn Xelîl Wênsazek a jêhatî ye ku dema ji bajarê xwe ji neçarî derketî ye li gel xwe hunera xwe jî kiri ye penaber û digerîne. Şîrîn Xelîl dibêje ji bo pêşerojek bi ewletir bo zarokên xwe wê û malbata wê berê xwe dane jiyana penaberiyê.

Şîrîn Xelîl- penaber- got:"Cihê resim li kuderê be ez diçûm wê derê. Niha ez çînî çêdikim li ser vazo, fincan û qedehan. Ez dikarim li ser qaxez, dîwar, kevir û çerm çêbkim. Zarok mezin bûn jiyan jî zehmet e. Zarok diçin dibistanê û lêçûna wan zêde bû ye. Em bi zehmetî debara xwe dikin."

Şîrîn Xelîl li aliyekê kare xwe ango hunera xwe didomîne û li aliyekî jî bi malbata xwe re eleqeder dibe. Hevjînê Şîrîn Xelîl Mihemed Xelîl jî amaje dike ku jiyana penaberiyê di nava xwe de gelek pirsgirêkan dihewîne. Debara malbatê derdek e û hesreta ax derdeke din a dijwar e.

Mihemed Xelîl- penaber- got:"Dema insan ji welatê xwe derbikeve ne pêkan e ku deverek xweş jê re were peydakirin. Mirovek tenê, nikare debara malbatekê bike. Jiyan zehmet e. Em di xaniyê kire de ne."

Li gorî amarên Neteweyên Yekgirtî yên sala 2018ê li cîhanê 80 milyon mirov ji neçarî ji axa xwe derketine û wek Şîrîn Xelîl û Mihemed Xelîl ji bajarên xwe dûr dijîn û her yek ji vwan di dilen wan de bi xeyalekê dijîn. Şîrîn Xelîl û Mihemed Xelîl ku li Diyarbekirê bi hesreta bajarê Hesekê dijîn tînin zimên bo wan xeyala herî mezin ew e ku  zarokên wan ji perwerdeya xwe nemînin û ji bo wan dahatuyeke geş avabikin.