Li Tirkiye kar dihêt kirin bo rakirina parêzbendiyê li ser 9 parlamenterên HDPyê

Ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê, 45 daxwaznameyên nû bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin.

K24- Hewlêr

Ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê, 45 daxwaznameyên nû bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin.

45 daxwaznameyên nû yên bo rakirina parêzbendiya 9 parlamenterên HDPê hatin amadekirin ku Hevserokê HDPê Sezaî Temelî jî di nav de ye.

18'ê vê mehê jî bi armanca rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê, 24 daxwazname bo parlamentoya Tirkiyê hatibûn şandin.

Li gor agahiyan, heta niha zêdetirî 750 daxwaznameyên parêzbendiya parlamenteran ji hêla dozgeran ve bo parlamentoya Tirkiyê hatine şandin ku piraniya wan parlamenterên HDPê ne.