Mesrûr Barzanî plana danûstandina bi partiyan re datîne

Raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel şanda danûstandkar a berê ya PDKê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel şanda danûstandkar a berê ya PDKê dicive.

Jêderekî ji nivîsgeha Mesrûr Barzanî ji K24ê re ragihand, Mesrûr Barzanî bi armanca danîna plana danûstandinan bi aliyên dixwazin beşdariyê di kabîneya nehem de bikin, ligel şanda danûstandkar a berê ya PDKê dicive.

Wî jêderî got jî: Tê pêşbînîkirin civîna Mesrûr Barzanî bi aliyan re di zûtirîn dem de destpê bike û yekem civîna wî bi Polîtburoya PDKê re dibe, ku aliyê sereke di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

Roja 12ê Hezîranê Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat rapardin, li gor fermana herêmî jî divê di heyama 30 rojî de kabîneya nû bê pêkanîn.

 

S. B