Mesrûr Barzanî: Hêvîdarîn berî valane ya Perlemanê kabîneya nû ya hikumetê rabihgehînîn

Mesrûr Barzanî, serok wezîrê raspartî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikuemta Herêma Kurdistanê serdana Silêmanîyê kir û li gel alîyên pişikdar di pêkanîna kabîneya nû de civîya.

K24- Silêmanî

Mesrûr Barzanî, serok wezîrê raspartî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikuemta Herêma Kurdistanê serdana  Silêmanîyê kir û li gel alîyên pişikdar di pêkanîna kabîneya nû de civîya.

Evro Mesrûr Barzanî bi yawerîya her yek ji Hêmin Hewramî, Dilşad Şehab, Şeiban Şeiban Çalî, Ûmêd Xoşnaw û Firset Sofî serdana Silêmanîyê kir bi armanca gotbêjê li gel alîyên pişikdar di kabîneya nû ya hikumetê de.

Piştî civînê li gel şandê YNKyê (Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê) û Hizba Sosiyalîsta Kurdistanê, Mesrûr Barzanî serdana baregeha Bizava Gorranê jî kir li girê Zergete, li bajarê Silêmanîyê û li gel şanda Gorran bi serokatîya Celal Cewher û endamînîya her yek ji Mistefa Seyîd Qadir, Elî Heme Salih, Aras Welî û Dr. Reûf Osman gotûbêj kir.

Piştî bi dawî hatina civînê li gel Bizva Gorranê, Mesrûr Barzanî di hepeyvîneka rojnamevanî de ragehand: Geşbînim û hêvîdarim bikarîn di dema xwe de kabîne ya hikumetê pêk bihînîn.

Mesrûr Barzanî got jî: Em li ser pêkanîna hikumetê Ii gel wan axivtîn û me daxwaza Sîvîyan ji wan kir. Em supasîya Helwêsta cwamêrane ya Gorranê dikîn ku pabendî wan rêkkevtinan bûne ewên li gel me hebûne.

Herweha got jî: Hêvîdarîn berî valane ya perlemanê kabîneya nû ya hikumetê rabihgehînîn.

Xuya jî kir ku di hemû dîdaran de li gel alîyên sîyasî, hest kirîye ku xwazyarin hikumet di dema xwe de bihêt ragehandin.

Her di vê çarçoveyê de, Celal Cewher, endamê şanda Bizava Gorranê ragehand: Heya ji me re bihê di dema dîyarkirî de Sîvîyna dixiîn berdestan.