Erdogan: Amerika bendewariyên me bicîh nayîne!

Serokomarê Tirkiyê dide xuyakirin, rêkeftina di derbarê navçeya aram de, ne li gor bendewariyên wan e ...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê dide xuyakirin, rêkeftina di derbarê navçeya aram de, ne li gor bendewariyên wan e û da zanîn, ew rê nadin ev jî, wek Minbicê bibe pêvajoya mijûlkirinê. Erdogan got, sebra wan ne heta dawiyê ye û ji bo dirustkirina korîdora aştiyê, çi pêwîst be ew dê bikin.

Erdogan anî ziman:

“Tiştên derbarê herêma ewle, ne li gor bendewariyên me ne. êdî ev dibe siyaseta mijûlkirinê. gelo dixwazin sebra me biceribinin. em fêm nakin. Sebra me namîne û emê neçar li çareya xwe binêrin. Pêşnîyara 32 kîlometre ji Trump hat. Lê yên jêr û tenişt Trump qebûl nekirin. Mixabin rêveberiya Trump guh nedan Serokê xwe. . her tim dibêjin kurd, kurd kurd. Pêwendiyeke wan ya rasteqînî bi kurdên wê derê jî nîne. Di dema Obama de me deriyên xwe bo niştecihen Kobanê vekir, niha 300 hezarê zêdetir xelkê Kobanê li Tirkiyê ne.

Em dibêjin mijara korîdora aştiyê ya sereke ye. em rê nadin li ser sînorê me korîdora terorê were dirustkirin. Ji bo vê jî çi gav pêwîst be emê bavêjin”.

 

 

C.B