Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê serdana Hewlêrê dike

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê dibêje, DAIŞ bidawî nehatiye û di hevkarîkirina hêzên Iraqî de berdewam dibin. Biryar e jî serdana Hewlêrê jî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê dibêje, DAIŞ bidawî nehatiye û di hevkarîkirina hêzên Iraqî de berdewam dibin. Biryar e jî serdana Hewlêrê jî bike.

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulemehdî belav kir, Serokwezîrê Iraqê bi wezîra nû ya bergîriyê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer civiya, ku bi serdanekê gihîştibû Bexdayê.

Da zanîn jî, di civînê de behsa beşdarî û hevkariyên hikûmeta Berlînê ji bo ji nû ve avedankirina navçeyên ziyan ji şerê DAIŞê dîtine hate kirin.

Di konferanseke hevbeş de bi Wezîrê Bergîriyê yê Iraqê Necah Şemerî de jî, Wezîra Berîgîriya Almanya ragihand, DAIŞ bidawî nebûye û Almanya li ser piştevanîkirina Iraqê jî berdewam dibe.

Li gor zanyariyên K24ê jî, biryar e wezîra nû ya Bergîriyê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer serdana Hewlêrê bike.

 

S. B