YNK civîna Parlemantoyê bi rêkeftina siyasî ya bi PDKê re girê dide

Polîtburoya YNKê civîna Parlemantoya Kurdistanê di roja 18ê vê mehê bi îmzekirina rêkeftina siyasî ya bi PDKê re girê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîtburoya YNKê civîna Parlemantoya Kurdistanê di roja 18ê vê mehê bi îmzekirina rêkeftina siyasî ya bi PDKê re girê dide.

Îro Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û îmzekirina rêkeftina siyasî ya bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya.

Piştî civînê Polîtburoya YNKê di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de tekezî li ser wê hatiye kirin, civîna 18ê Sibatê ya Parlemantoya Kurdistanê girêdayî ye bi rêkeftina siyasî ya di navbera YNK û PDKê, wek yek deste bo Herêm, Bexda, Kerkûk û pirsên netewî û niştimanî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên pêwendîdar bi proseya siyasî, hikûmranî û bidestanîna hevbeşiya rasteqînê di biryardan û erkan de. Ji bo vê mebestê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekeziyê li rêkeftina siyasî ya giştgîr a di navbera YNK û PDKê de dike.

Di beşeke din a daxuyaniya Polîtburoya YNKê de hatiye, rewşa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên hatine birîn bi hûrî hatin nirxandin. Polîtburoya YNKê ew pirs wek pirseke niştimanî û netewî dibîne û berpirsatiya hemû hêzên Kurdistanî yên têkoşer e hewla çareserkirina rewşa neasayî ya wan navçeyan bidin.

 

S. B