Encamên lûtkeya sûrıyê

bi eşkereyî ragihandin ku ew li dijî statûya Rojhelatê çemê Feradê û Rojavayê Kurdistanê ne ku divê ev dever bikeve bin serwerîya rejîma Sûrîyê.

K24- Enqere

bi eşkereyî ragihandin ku ew li dijî statûya Rojhelatê çemê Feradê û Rojavayê Kurdistanê ne ku divê ev dever bikeve bin serwerîya rejîma Sûrîyê.

Di lûtkeyê da mijara herî aloz Îdlib bû, ku Rûsya û Îran ji bo ku Tirkîye Rêkeftina Soçîyê pêk cîbicih nekiribû Enqereyê sûcdar dikir. Li gorî hin pisporan Rêkeftina Soçîyê hatîye rojanekirin, niha egera operasyonê hatîye taloqkirin û wê ji vir şûnve Tirkîye berpirsyarîya xwe ya li Îdlibê jî bîne cih.

Yusuf Alabarda, pisporê ewlehîyê, dibêje:"Di lûtkeyê da mijara herî germ Îdlib bû. Rûsya û Îran li ser Îdlibê Tirkîyê dixistin tengasîyê. Bi taybetî jî Îran. Lê Tirkîye bi tu awayî egera operasyoneke bo îdlibê qebûl nekir. Ji loma jî em dikarin bibêjin ku Rêkeftina Soçîyê li Enqereyê hate updatekirin. Ev proseyekî ye, piştî vê lûtkeyê wê Sûrîye nebe cihê kêf û seyranê. Lê belê temamkirina Komîteya Destûra Bingehîn ya Sûrîyeyê wê proseya sîyasî bileztir bimeşe."

Li alîyê din mijara herî berbiçav ku dihat çaverêkirin jî ragihandina Komîteya Destûra Bingehîn ya Sûrîyeyê bû. Serokên welatên garantor ragihandin ku ew li ser Komtîeyê rêkeftina, bes wê li ser usul û xebatên vê komîteyê wê danûstandinên wan berdewam bike. Pisporê Ewlehîyê yê SETAyê Dr.Murat Aslan dide zanîn ku, bo komîteyê îtîraza Enqereyê li ser hebûna Kurdan nebûye.

Dr.Murat Aslan, pisporê ewlehîyê yê SETAYê, got:"Bila ev yek bê zanîn ku ew navên ku Tirkîye îtiraz dikir bes ji ber Kurdbûna wan nebû. Ew kes têkilî bi PYD û YPGê bûn. Tirkîye bi her awayî

dixwaze ku di proseya nivîsandina Makezagona Sûrîyeyê da Kurd û nûnerên wan cih bigre. Ji loma jî ragihandina vê komîteyê ji bo pêşeroja Sûrîyeyê gelekî girîng e. Heke îradeya gel derkeve holê wê ev yek ji bo çareserîya krîza Sûrîyeyê rêyeke baş veke."

Li alîyê din di lûtkeya Enqereyê da biryar hat dayîn ku 6emîn Lûtkeya Sêalî jî di mehên pêş da li Tehranê bê çêkirin. Her wiha careke din îja ji alîyê Serokkomarê Îranê ve pêşnîyaza aktîvkirina Peymana Edenêyê, wisa dixuye ku wê di rojên bê de ji bo rasterast hevdîtina Enqere û Şamê tim di rojevê da be.