Demirtaş: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e

Demirtaş: Ne tenê tîpa destpêkê ya Kurdistanê mezin dixwînim, hemû tîpan mezin dixwînim, weha jî derbasî rapora dozê bikin!..

K24 – Navenda Nûçeyan

Doza Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahaddin Demirtaş di roja xwe ya 2mîn de li Hola Girtîgeha Sincan a Enqereyê dom kir,

Demirtaş bi rêya vidyoyî (SEGBIS) ji Girtîgeha Edirne, ku girtî ye, parastina xwe pêşkeş kir.

Demirtaş tometên “bangeşeya rêxistina terorê” red kir.

Demirtaş herweha anî ziman: “Dozger bêjeyên Kurd û Kurdistan, bi tîpên xwe yên destpêkî jî, bi tîpên biçûk nivîsandin e. Ev helwêsta dozger diyardeyek e, ku çawa xwedî hestek siyasî û pozbilindiyê ye. Min berê jî gotiye, gava em dibêjin – Kurd û Kurdistan hin kes aramiya xwe wenda dikin. Ev dozger jî, yek ji wan e. Dixwaze biçûk bixe(!) Tiştên weha bi giştî dive ciddî neyên girtin, lê ev dozger dixwaze biçûk bixe. Ez jî dixwazim ji wî/wan re bibêjim: Ez Kurd im, heta ku hûn nabêjin – tu Kurd î! Bawer bikin, ev yek nayê bîr a min. Mirovbûn tê bîr a min. Lê, gava hûn bi min re weha didin û distînin - ez niha ne tenê tîp a destpêkî – hemû tîpan mezin dixwînim: Ez Kurd im û welatê min Kurdistan e. Ne tenê tîpa destpêkê ya Kurdistanê mezin dixwînim, hemû tîpan mezin dixwînim, weha jî derbasî rapora dozê bikin!..

 

 

 

C.B