Hevpeymaniya Kurd li Şirnexê daxûyaniya hevbeş da
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê Bajarê Şirnexê Hevpeymaniya Kurd bi daxuyaniyek hevbeş got: Di hilbijartinên 31ê Adarê de, yêkitîya gelê Kurd ew dê tekuz bikin.
Di Kombûnê de, nûnerên 7 Partiyan beşdar bûn û di derbarê yekitî û hilbijartinên 31ê Adarê de, peyamên giring dan.
Nûnerên Partiyan dan zanîn: Piştî hilbijartinên 31ê Adarê jî, ew dê vê hevpeymaniyê berdewam bikin û ber bi yekitîya Netewî ve pêş bixin.
Nunerê PDK Mehmet Salih Sevilgen got: Armanca vê hevpeymaniyê ne derxistina serokek belediyan e, armanca wan serkeftina yekitiya gelê Kurd e.
Nûnerên Partiyan, ji rûspî, kesayet û gelê Şirnexê xwestin, da ku di hilbijartinên 31ê Adarê, de, dengên xwe bidin HDPê.