Li Diyarbekirê şehîdên enfalê hatin bibîranîn

Di bernameya bibîranînê de jenosîd hat şermezarkirin û hat gotin ku jenosîdan nikaribûye pêşî li doza azadiya Kurdan bigire

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê ji bo bibîranîna salvegera 32’yemîn a Jenosîda Enfalê, ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hereketa Azadî ve bernameyek hat lidarxistin. Di bernameya bibîranînê de jenosîd hat şermezarkirin û hat gotin ku jenosîdan nikaribûye pêşî li doza azadiya Kurdan bigire. Di bernameya hevpar de hat diyarkirin ku mizgîna herî watedar a ji bo şehîdên Enfalê, Serxwebûna Kurdistanê ye.

Ji bo bibîranîna şehîdên Enfalê, li Diyarbekirê; ji aliyê Partiyên Kurdistanî yên PAK, PSK û Hereketa Azadî ve daxuyaniyeke hevpar hat dayîn. Piştî daxuyaniyê, li ser dîroka jenosîdên Kurdan û bibîranîna salvegera Xalid Begê Cibrî jî seminer hat dayîn.

Di semînerê de Lêkolîner Tahsîn Sever û Nivîskar Kerem Serhedî agahiyên lêkolînên ku li ser bûyerên li Kurdistanê hatine meşandin da mêvanan.

Di axaftinên hatin kirin de hat gotin ku; piştî 32 salên Jenosîda Enfalê, li her çar parçeyên Kurdistanê komkujî berdewam dikin, lê van kirinan nikaribûye Gelê Kurd ji doza azadiyê bi paş ve bixe.