Matyivenko: Helwêsta Tirkiye eşkere ye, dê mûşekên S400 bikire
K24 – Navenda Nûçeyan
Seroka Konseya federasyona Rûsyayê Valentina Matyivenko ragihand, ku biser hemû fişarên Amerîka jî, Tirkiye dê mûşekên S400an bikire û girêdayî rêkeftina kirîna S400an bibe.
Metyivenko ligel Serokomarê Tirkiye Receb Tayip Erdogan civiya. Piştî civînê Matyivenko ji rojnamevanan re diyarkir, ku “Biser hemû fişarên mezin û berfereh, ku liser Tirkiye tên kirin jî, Serokomar Erdogan anî ziman, k utu guherîn di helwêsta Tirkiye de peyda nabe. Tirkiye dê mûşekên S400an bikire ê rêkeftina kirîna mûşekan pêkbîn e”.
Matyivenko herweha destnîşankir, ku Erdogan ji wê re gotiye: tu eger a guherîna helwêsta Tirkiye nîn e. Rêkeftin wekî hatî kirin, dê cîbicî bibe.
C.B