Ûmêd Sebah: Em li gel Bexdayê gehiştîn rêkkevtinê

Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand, wek şanda Herêma Kurdistanê li geê wezareta darayî ya Îraqê rêkkevtîn.

K24- Hewlêr

Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand, wek şanda Herêma Kurdistanê li geê wezareta darayî ya Îraqê rêkkevtîn.

 Ûmêd Sebah, serokê dîwana Civata wezîrên Herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke rojnamevanî de ragehand: Em li gel wezareta darayî ya Îraqê rêkkevtîne, lê divê ew rêkkevtin biçe ba serok wezîran û dûv re, ji ba wî ve jî, biçe perlemanê. Em çaverê encamên wê yekê ne.

Got jî: Biryare ew tîma ku wek şanda hikumeta Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê kirî, konfiranseka rojnamevanî encam bide derbarê wan danûstandinan.