Çelîk: Rê nadin Efxanistaneke nû li rojhilatê Firatê çê bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê AK Partî Omer Çelîk dibêje, rewşa li bakurê Sûriyê û rojhilata Feratê ji bo ewlekariya welatê wan gefa sereke ye û Tirkiye bibiryar e vê gefê nehêle.
Omer Çelîk di konferanseke rojnamevanî de bal kişand ser alozî û teqînên Efxanistanê û da xuyakirin, niha hewl tê dayîn li tenişt Derya Naverastê, bakurê Sûriyê Efxanistaneke nû were damezrandin û hember Tirkiyê ku hevpeymana NATO'yê ye, piştevaniya YPG tê kirin.
Çelîk got, tiştê li rojhelatê Feratê û bakurê Sûriyê dibe, ji bo Tirkiyê gefeke sereke ye û Komara Tirkiyê bi biryar e vê gefê ji holê rake û dixwazin bi hevpeymanên xwe re vê pêk bînin.
Da zanîn, bi hevpeymanan re pêwendiyên wan berdewam dikin û herî dawî, hevpeyman hestiyarî nîşan bidin jî, Tirkiye bo parastina ewlekariya xwe çi pêwîst be dê bike.
S. B