Li Xaneqînê DAIŞê êrîş ser hêzên Pêşmerge kir

Çekdarên DAIŞê li Xaneqînê êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê li Xaneqînê êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, şeva bûrî li gundê Deke yê Xaneqînê, çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirin û 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge birîndar bûn.

Destpêkê çekdarên DAIŞê bi Hawinan êrîşî ser Lîwaya 3 a hêzên Pêşmerge kir û piştre jî êrîşî kirin, lê hêzên Pêşmerge ew êrîş têkşikandin.

Di wê derbarê de, Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, şeva bûrî çekdarên DAIŞê li Xaneqînê êrîşî ser Lîwaya 3 a hêzên Pêşmerge kir, hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûbûn. Di encamê de ew êrîşa DAIŞê hat şikandin.

Wezareta Pêşmerge xelkê Kurdistanê xelkê dilniya dike û radigihîne, hêzên Pêşmerge di amadebaşiya temam de ye, bo parastina xelk û xaka Kurdistanê û jinavbirina teror û teroristan.

Tekez kir jî, wan pêştir çendîn car in hişyarî ji serîhildana DAIŞê li çend navçeyan dabû Hevpeymaniya Navdewletî, ev êrîşên niha jî wê hişyariyê piştrast dike.

Wezareta Pêşmerge daxwaz ji Hevpeymanan dike, piştevanî û hevahengiyê bi hêzên Pêşmerge re zêdetir bike, ji bo rê li ber derketin û serîhildana hêzên terorist bê girtin.

 

S. B