Bo cara yekem leşkerên Rûsî derbasî bajarê Reqayê dibin

Ji bo cara yekem, leşkerên Rûsî derbasî bajarê Reqayê bû û hevkariyan li xelkê bajêr belav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo cara yekem, leşkerên Rûsî derbasî bajarê Reqayê bû û hevkariyan li xelkê bajêr belav kirin.

Ajansa “Novosti” a Rûsî belav kir, serbazên Rûsî bo cara yekem derbasî bajarê Reqayê bûn û 2 hezar selikên xwarin li xelkê wî bajarî belav kirin û dest bi pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî kirin.

Efserê di Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê li Sûriyê Vladîmîr Varnavisky ragihand, jêrxaneya bajêr ji encama êrîşên esmanî yên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bi tevahî wêran bûye.

Vladîmîr Varnavisky amaje bi wê jî da, hîna karê pakirina avahiyên hilweşyayî û pûçkirina mîn û bombeyên vedayî li Reqayê bidawî nebûne û xwarin û ava vexwarinê li bajêr kêm e.

Çekdarên DAIŞê di sala 2013an de bajarê Reqayê kontrol kiribû û ew kirin paytexta xîlafeta DAIŞê, di sala 2017an de jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîka, bajarê Reqayê kontrol kir.

 

S. B