Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê yekemîn ahenga derçûna xwendekaran lidar dixe
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro 19. 9. 2019am yekem ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê birêve diçe û Kurdistan24 çalakiyên wê rêûresmê romal dike.
Li gor zanayriyan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî û hejmarek mezin ji mêvanên navxweyî û ji derve beşdariyê di ahengê de dikin.
Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê di pênasekirina xwe de amaje bi wê dike, dezgeheke xwendina bilind e, bi armanca perwerdekirina nifşê nû û pêgehandina serkirdeyên paşerojê bi riya xula xwendina akademî û programa hevçerx e.
S. B