5 mûşek li nava bajarê Efrînê ketin û kuştî hene
K24 – Navenda Nûçeyan
5 mûşek li nava bajarê Efrînê ketin û di encamê de zarokekî û jinekê canê xwe jidest dan.
Jêderekî ji nava bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro dema nîvro 5 mûşek li navenda bajêr û li nêzîkî taxa Vêlat a Efrînê ketin.
Wî jêderî da zanîn, di encama ketina mûşekan de, zarokekî û jinekê canê xwe jidest dane û du zarokên din jî birîndar bûne.
Ev yek di demekê de ye, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve îro gundên navçeya Şera yên wek Mirenaz, Malkiyê, Şiwarxe, Kelha Şiwarxe û Elqemiyê topbaran dike.
S. B