Tirkiye: Me 370 hezar penaber vegerandine Sûriyê

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê radigihîne, heta niha 370 hezar penaber vegerandine Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê radigihîne, heta niha 370 hezar penaber vegerandine Sûriyê.

Peyvdarê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê Îsmaîl Çataklî da xuyakirin, di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî de, ji 11'ê meha bihurî ve 59 terorîstên biyanî hatine dersînorkirin.

Çataklî da zanîn jî, heta niha 369 hezar û 690 penaberên Sûrî jî hatine vegerandin.

Li gor agahiyan, piraniya penaberên Sûrî yên tên vegerandin, li Efrînê li şûna Kurdên ji encama operasyona Tirkiyê derbider bûne tên bicîhkirin û hin ji wan jî bo Ezaz û Îdlibê tên şandin.

 

S. B