Teqîna cibexaneyan, Adil Ebdulmehdî û serkirdeyên Heşda Şeibî dicivîne
K24- Hewlêr
Serok wezîrên Îraqê Adil Ebdulmehdî li gel serkirdeyên Heşda Şeibî dicive û pirsên teqîna cibexaneyan gengeşe dikin.
Mêdya yên Îraqê belavkirine, ku biryare evro Adil Ebdulmehdî, serok wezîrê Îraqê li gel serkirdeyên Heşda Şeibî bicive û pirsa teqînên cibexane û serbazgehan gengeşe bike.
Li gor çavkanîyan, di civînê de, serok wezîrên Îraqê li gel serkirdeyên Heşda Şeibî pilana karên hevpişik gotûbêj dikin û pirsa teqînên pişkek ji serbazgehên Heşda Şeibî jî li Îraqê gengeşe dikin.
Di dema burî de, hejmareke cibexane û serbazgehên Heşda Şeibî li çend deverên Îraqê teqîn û evê yekê jî karvedanê berfirehên alîyên Îraqî jê çêbûn.