Perlemana Îraqê dest ji kar vekişana Adil Ebdulmehdî gotûbêj dike
K24- Hewlêr
Civata nwênerên Îraqê derbarê nameya dest ji kar vekişandina serok wezîrên Îraqê dicive.
Biryare, evro, Civata Nwênerên Îraqê derbarê dest ji kar vekişandina Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê bicive, ku her evro jî nameya destvekişana wî ji kar gehaye serokatîya Perlemanê.
Duhî, Adil Ebdulmehdî daxwaz ji Civta Nwênerên Îraqê kir, dest ji karvekişana wî bi zûtirîn dem qebûl bike û li gor rêkarên destûrî bawerîyê bidin hikumeta nû.