Ji bo Sûriyê, Amerîka û 8 welatên din li dijî plana Rûsya ne

9 welatên rojava merca destpêkirina proseya veguhastina siyasî û birêvebirina hilbijartinan bi serperiştiya Netewên Yekgirtî li Sûriyê datînin pêş beşdariya wan di dubare avakirina Sûriyê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

9 welatên rojava merca destpêkirina proseya veguhastina siyasî û birêvebirina hilbijartinan bi serperiştiya Netewên Yekgirtî li Sûriyê datînin pêş beşdariya wan di dubare avakirina Sûriyê de.

Wezîrên derve yên 9 welatên rojava di nava wan de Wezîrê Derve yê Ameîrka Mike Pompeo nameyek ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterrs re şandine, tê de merca destpêkirina proseya veguhastina siyasî ya li gor biryara navdewletî (2254) bi awayekî cidî û bi serperiştiya Netewên Yekgirtî li Sûriyê datînin pêş beşdariya wan di dubare avakirina Sûriyê de.

Li gor nûçeya “aawsat” çapa Londonî, wezîrê derve yên Belçîka, Fransa, Almanya, Îtalya, Hollanda, Siwêd, Brîtanya û Amerîka plana Moskoyê ya dubare avakirina Sûriyê red dikin. Herwiha ew welatan piştgîriya helwesta Netewên Yekgirtî dikin ku divê li Sûriyê serederî bi “tawanbarên şer” neyê kirin.

Li gor nameya wezîrên derve, tenê dema proseya veguhastina siyasî bi awayekî giştîr û cidî û bi beşdariya hemû aliyên pêwendîdar hat kirin, Netewên Yekgirtî dê amade be bo dubare avakirina Sûriyê.

Wan welatan tekezî li ser wê yekê jî kirin, ku divê destûreke nû ji Sûriyê re bê dariştin û hilbijartinên parlemanto û serokatiyê bi awayekî serbixwe û di bin çavdêriya Netewên Yekgirtî de bê kirin.

Herwiha wan welatan daxwaz kiriye, divê alîkariyên Netewên Yekgirtî ji miletê Sûriyê re bi awayekî dadwerane be û li hemû navçeyan be, heger ew navçe di destê kîjan hêzê de be jî.

Ev name wek bersivekê bû ji destpêşxeriya Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê re, ku hewl dide bi riya komîtên hevbeş ligel Urdin, Libnan û Tirkiyê re karîdorên mirovî veke û 1.7 milyon koçberên Sûrî vegerîne wî welatî.

 

S. B