Beşar: Divê ENKS pêwendiyê bi Amerîka û Tirkiyê re bike

Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Ebdilhekîm Beşar di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de derbarê pirsa “herêma ewle” de ragihand, roja Sêşema bê hevdîtineke Îtîlafa Sûriyê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu re heye ji bo şîrovekirina rêkeftina Tirkî û Amerîkî avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Ebdilhekîm Beşar di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de derbarê pirsa “herêma ewle” de ragihand, roja Sêşema bê hevdîtineke Îtîlafa Sûriyê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu re heye ji bo şîrovekirina rêkeftina Tirkî û Amerîkî avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê.

Diyar kir jî, Amerîkiyan berê digotin ku herêma ewle dê ji 7 ta 14 K.M be, ji bo ku tevahiya bajarên Kurdî lixwe bigire û divê çekê HSDê 30 K.M ji sînorê Tirkiyê ve dûr be. Herwiha hêzên rêjîma Sûriyê yên li Qamişlo ne jî dê di çargoşeya ewlehiyê de bin. Lê Tirkiye dixwaze herêma ewle bi kûrahiya 32 K.M be û HSD û PYDê di deverê de nebin û diyar dibe û li gor rêkeftina dawiyê, Amerîka gavin ber bi aliyê Tirkiyê ve avêtine.

Ebdilhekîm Beşar got: Ji Amerîka re Tirkiye ji HSDê girîngtir e û bi heta dawiyê piştgîriya HSD/PYDê nake, ji ber ku Amerîka dizane ku PYD ji aliyê Qendîlê ve tê birêvebirin û Qendîl jî bi Îranê ve hatiye girêdan. Lê ta Amerîka PYDê ji bo 2 karan bikar tîne, ji bo şerê li dijî DAIŞê bike û ji bo hêzên Îranî yên li Bokemalê ne derbasî rojhilatê Firatê nebin.

Ebdilhekîm Beşar ku di heman demê de nûnerê ENKSê di nava Îtîlata opozîsyona Sûriyê de ye, amaje bi rola ENKSê kir û got, divê ENKS pêwendiyan bi her du aliyên ku dê herêma ewle ava bikin (Amerîka û Tirkiye) re bike, ji bo rola wê û rola Pêşmergeyên Roj di rêvebirina wê herêmê de hebin. Herwiha tekez kir jî, ji bilî Pêşmergeyên Roj ti hêzek nikare ewlehî û aramiya herêma ewle biparêze.

Li ser rola opozîsyona Sûriyê di herêma ewle de Ebdilhekîm Beşar got: Ez wek Kurdekî di nava opozîsyona Sûriyê de û wek endamekî ENKSê dixwazim rola ENKS di herêma ewle de sereke be û Kurd herêmên Kurdî birêve bibin. Heger em ti karî nekin, dê kesine biyan bên herêmên me birêve bibin.

Derbarê nêzîkbûna di navbera ENKS û Rêveberiya Xweser de, Ebdilhekîm Beşar got: Rêveberiya Xweser a li herêmên Kurdî heye, ne rêveberiyeke Kurdî ye, PKKê rêvebertiya wê dike û dijminatiyek bi Ereb û Tirkan re çêkiriye, ne rast e ku Kurd bikevin wê pirsê. Herwiha diyar kir jî: Tiştê PYDê dike ew di ber de ne berpirsyar in.

Derbarê rewşa Efrînê de got: Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKS derbarê rewşa Efrînê û çareserkirina rewşa wê de danûstandinê bi Tirkiye û bi hemû welatên bihêz re dike. Tirkiye û opozîsyona Sûriyê gelek kêmanî di pirsa Efrînê de kirine, lê di heman demê de jî ENKSê xwe nekiriye hevbeşê parastina Efrînê. Heger li rojhilatê Firatê jî ENKS li cihê xwe bimîne û xwe neke hevbeşê parastina wê deverê, dê careke din tiştên ne bi dilê Kurdan rû bibin.

 

 

S. B