HSD: Me belgeh hene çekdarên Daişê bi Tirkiya re bûne di şerê vê dawîyê de bo ser rojavaya Kurdistanê

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand, wan belgeh hene ku Tirkiya çekdarên Daişê tevlî şerê vê dawîyê bo ser rojavaya Kurdistanê kirîne.

K24- Hewlêr

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand, wan belgeh hene ku Tirkiya çekdarên Daişê  tevlî şerê vê dawîyê bo ser rojavaya Kurdistanê kirîne.

Mezlûm Ebdê fermandarê giştî yê HSDyê li ser Tiwîtera xwe nivîsandîye, ku serokê Tirkiya Receb Teyîb Erdogan bi  hebûna hejmareke çekdarên Daişê yên girtî li ba Tirkya, cîhanê heresan dike.

Gotye jî wan belgeh li ber destan hene, ku Tirkiya di şerê vê dawîyê de li ser rojavaya Kurdistanê çekdarên Daişê bikaranîne.

Ebdê daxwaz jî kir, dadgeheke navdelwetî bo dadgehkirina çekdarên Daişê li bakura rojhlata Sûriyê bihêt avakirin.