Di dema 70 rojan de çendîn rêyên sereke dihê nûvekirin

Wezîrê avedankirin û akincîbûnê li hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand: 70 roj no nûvekirina çendîn rêyên Herêma Kurdistanê hatîye dîyarkirin û Civata wezîran çavdêrîya piroseyê dikin û divêt berî zivistanê pirojeyên hanê temam bibin.

K24- Hewlêr

Dana Ebdulkerîm, wezîrê avedankirin û akincîbûnê li hikumeta Herêma Kurdistanê, di konfiranseke rojnamevanî de ragehand: Bi supas ve Civata wezîran rezamendî da li ser nûjen kirina rêyên Herêma Kurdistanê, daku berî zivistanê ew pirojeyên ku pêwîstin ji rê û cadeyan bihên encamdan û pirsgirêkên rêyan bihên çareserkirin.

Amaje bi wê yekê jî da, bi rêya komîteyeke wezaretê ve, me gotûbêj li gel wan peyamanderan kirîne ewên piroje pê re hatîne sipartin.

Got jî, dema temamkirina pirojeyan 70 rojin û bi hevahengî li gel Civata Wezîran çavdêrîya piroseyê dikîn û divêt di dema xwe de temam bibin.

Berê jî Cotyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê aşkera kiribû, hikumeta Herêma Kurdistanê 33 milyar û 876 milyon Dînar mezaxtîye bo nûvekirina rê û cadeyên her çar parêzgeh û herdû îdareyên Raperîn û Germîyan.