Li Hefttexar ew xortê bo Kurdistan24 axivtî ji alîyên hêzên asayîşî ve hatîye bê sorax kirin

Hêzên asayîşî yên Îraqê li gundê Hefttexar, ser bi bajaroka Daqûqe ve ew xortê Kurd bê sorax kirin ewê di hevpeyvînekê de li gel Kurdistan 24 hêzên Îraqî tuhmetbar kiribû bi şewitandina dexl û danên cotkarên Kurd.

K24- Daqûq- Kerkûk

Nûçegihanê Kurdistan24 li Daqûqê raghend: Dema sê rojane hêzên Polîsa Fîdral xortekê Kurd ji gundê Hefttexar ser bi bajaroka Daqûqê girtine û heya niha çarenivîsa wî nedîyare.

Ew xort navê wî Ûmêd Ehmede, di dema şewitîna dexl û danên de li heftîya bûrî, bo nûçegihanê Kurdistan24 axivtibû û hêzn Îraqî tuhmetbarkirin bi şewitandina dexl û danên cotkaran.

Pismamekî Ûmêd î li ser çawanîya girtina wî   bi Kurdistan24 re ragehand: Berî sê şevan hêzeke mezin bi hemerên serbazî ve radane ser mala pismamê wî û pismamê wî girtin û ber bi cihek nedîyar birin û ji wê demê ve wan nedîtîye û heya niha çarenivîsa wî nexuyaye.

Daxwaz ji hikumeta Herêma Kurdistanê, nwênerên Kuerd û partîyên Kurdistanî dike bi hewara wî xortî biherin û rizgar bikin ku ji bilî şewitandina dexl ûdanên wan fişareka mezin jî li ser wane ûazadîya axivtinê jî ji wan hatîye standin.