Hikumeta Îraqê: Dikarîn asmanê xwe biparêzîn
K24- Hewlêr
Gotebêjê serbazî yê hikumeta Îraqê ragehand: Me şîyana paraztina asmanê welatê xwe heye.
Di dîdarekê de li gel ajansa fermî ya nûçeyên Îraqê, Ebdulkerîm Xelef, gotebêjê fermandeyê giştîyê hêzên çekdarên Îraqê ragehand, Îraqê firokeyên F16 heye û dikare asmanê welatê xwe biparêze.
Amaje bo wê yekê jî kir, Îraq hevpişkê hêzên Hevpeymane û haydarê firîna firokeyane, lê burdûmanên Emerîka û Îranê ji nişkav bûn. Komîteyek jî bo lêkolînê li wan burdûmanan pêkhatîye.
Xelef tekez kir, hejamra hêzên bîyanî ji şeş hezara serbazan kêmtire û di nav sebazgehên Îraqê de ne û ti bingehên serbazîyên taybet bi xwe nîne.
Derbarê hêzên NATOyê jî got: Ji hevtêgehêjtineka dûr li gel NATOyê heye bo rahînana hêzên Îraqî.