Hejmarek kongressmanên Amerîkî li dijî Tirkiyê hatin deng

Endamên Kongiressa Amerîkayê yên Komarî û Demokrat ji ber kirîna sîstema mûşekî ya Rûsî S-400an daxwaza cezakirina Tirkiyê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser mûşekên S-400 û firoke yên F-35ê de rageşî berdewam e. Endamên Kongiressa Amerîkayê yên Komarî û Demokrat  ji ber kirîna sîstema mûşekî ya Rûsî S-400an daxwaza cezakirina Tirkiyê dikin.

Kongiressa Amerîkayê ji ber kirîna mûşekên S-400an dijî Tirkiyê gavên liser hev diavêje. Kongiressa Amerîkayê ji alîkî ve hewl dide rê liber firotina firokeyên F-35an bo Tirkiyê bigre û ji alîkî din ve jî dixwaze Tirkiye ji ber kirîna S-400an were cezakirin.

Endamên Kongiressa Amerîkayê yên Demokrat û Komarî bi projeyasayekê bang li Tirkiyê kirin ku dest ji kirîna mûşekên S-400 berde. Eger na,  divê Tirkiyê were cezakirin.

Civata Nûneran a Kongiressa Amerîkayê bi projeya yasayeke din jî daxwaz dike ko firokeyên F-35 bo Tirkiyê neyin firotin.

Tirkiyê sala bûrî ji Rûsyayê bi 2.5 milyar Dolaran mûşekên S-400 kirîbû. Erdogan eşkere jî kir, Mûşekên S-400 dê di meha Tirmehê de bigihin destê wan.

Ji aliyê xwe ve, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî berî çend rojan li Enqerê diyar kir, wan ji Serokomarê Tirkiyê re gotine ku ne pêkan e sîstemên S-400 ên Rûsî di nav NATOyê de werin bikaranîn.

 

S. B