Ufuk Uras: Herêma ewle bi operasyona serbazî pêk nayê

Çavdêrê siyasî Ufuk Uras derbarê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand, Tirkiye nikare bi operasyoneke leşkerî herêmeke ewle ava bike.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Çavdêrê siyasî Ufuk Uras derbarê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, Tirkiye nikare bi operasyoneke leşkerî herêmeke ewle ava bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu ragihand, ger Amerîka û Rûsya xalên rêkeftinên di navbeyna wan û Tirkiyê de bicîh nekin, ew dê dest bi operasyoneke serbazî ya nû li bakurê rojhilatê Sûriyê bikin.  

Li ser daxuyaniya Çavuşoglu Ufuk Uras diyar kir, Tirkiyê ji bo bazarekê gefên wiha dixwe. Tirkiye nikare bi operasyoneke leşkerî herêmeke ewle ava bike. Tirkiye li riyeke nû digere û dixwaze pêvajoyeke din a siyasî bo tevahiya Sûriyê bide destpêkirin.

Derbarê çareseriya krîza Sûriyê de got: Ji bo çareseriya rewşa Sûriyê pêwîstî bi riyeke din ji aliyê Netewên Yekgirtî ve heye û herwiha divê hemû alî muxeteb bêne girtin. Li Sûriyê, aştî divê di navbera xelkê Sûriyê de bê dirustkirin, aştî ji derve ve nayê peydakirin.

Derbarê armancên ku Tirkiyê ji operasyona li ser Rojavayê Kurdistanê re diyar kirine, Ufuk Uras got: Li gor amarên Netewên Yekgirtî bi sed hezaran kes koçber bûne, nabe Tirkiye demografiya herêmê biguhêre, xwediyê xakê koçber bike û kesine din lê bicih bike, bi vî awayî Tirkiye nikare behsa aştiyê bike.

 

S. B