Pêşmergeyek li Kerkûkê kevte ber destrêjeke gulieyan

Evro, nîvro, pêşmergeyek bi navê Îbrahîm Rûhe li taxa Şorce, kevte ber destrêja gulleyan û hat birîndarkirin.

K24- Kerkûk

Evro, nîvro, pêşmergeyek bi navê Îbrahîm Rûhe li taxa Şorce, kevte ber destrêja gulleyan û hat birîndarkirin.

Bavê wî Pêşmerge y bi Kurdistan24 re ragehand, kûrê wî Pêşmergeyê fewca yek a lîwaya 106e, di dema vegeranê ji dewama xwe ya fermî, teqe li wî hatîye kirin û gulleyek bi pîyê wî kevtîye û birîndar bûye. Ragehand jî:  Dûv re jî ew Pêşmerge gehandîne nexweşxaneyê û niha rewşa wî ya tendûristî akincîye.

Derbarê sedma bûyerê jî bavê wî Pêşmergeyê birîndar got: Me ti nexweşî û dilgiranî li gel kesê nîne û di niha de em nekarîn kesê tuhmetbar bikîn.

Bo zanîyarîyên zêdetir Kurdistan24 peywendî bi polîsên Kerkûkê kir, lê bi bîyanû ya temam nebûna vekolînan ti zanîyarî neragehandin.