Naveroka kombûna Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Firansayê

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê di kongireyeke rojnamevanîya hevpişik de li gel Can Êv Lodiryan, wezîrê derve yê Firansayê ragehand, di kombûna wan de, dawîn rewş û pêşhatên deverê gengeşe kirin, nemaze jî hêrişên ser rojavaya Kurdistanê (baûra Suriye).

K24- Hewlêr

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê di kongireyeke rojnamevanîya hevpişik de li gel Can Êv Lodiryan, wezîrê derve yê Firansayê ragehand, di kombûna wan de, dawîn rewş û pêşhatên deverê gengeşe kirin, nemaze jî hêrişên ser rojavaya Kurdistanê (baûra Suriye).

Nêçîrvan Barzanî ragehand, pişikdarîya girûpên tundrewên opizisyona Suriyê, nîgeranî zêdetir kirîne û dibin sedema karesata mirovî û awarebûna hejmareka mezin ji deverê. Ew ne aramî dibe sedema dûbare Daiş ser hel bide.

Nêçîrvan Barzanî, tekez li ser wê yekê jî kir, ku rewşê pêwîstî bi hewl û helwêsta cidîtir a civaka nêvdewletîye û madeyî ya herêma Kurdistanê jî ragehand û got: Bo aramî û akincîya deverê her erkek bikeve stûyê me, Em amadene bicih bikîn.

Serokê Herêmê, supasîya  Îmanoyîl Makron, serokê Firansayê kir, ku di demên dijawar de, piştîvanîya Herêma Kurdistanê kirîye û ragehand, di rojên dijwar de, hevkar bû û derîyên danûstandinê di navbera Hewlêr û Bexdayê vekir û dorpêç şikand.

Herweha ragehand, Firansa di şerê Daişê de hevkarê Herêma Kurdistanê û Îraqê kirîye.

Ji alîyê xwe ve, Can Êv Lodiryan, wezîrê derveyê Firansayê derbarê naveroka kombûna wî li gel serokê Herêma Kurdistanê xuya kir ku genegeşe ya rewşa deverê û bakûra Suriyê (Rojavaya Kurdistanê kirin e.

Tekez jî li ser wê yekê jî kir, ku bi sedema wan hêrişên Tirkiyê rewşeke ne aram li deverê çê bûye û delîveya serheldan û vegeran Daiş dide.

Wezîrê derve ya Firansayê, nîgeranîya welatê xwe nîşan da û got: Ji rewşa deverê gelek nîgeranîn û evero ez hatime bêjim hewe, piştgîrîya hewe dikîn, hêj Daişê şikest ne nehînaye û sedemên pêkanîna hevpeymanîya nêvdewletî dijî Daişê hêj mane.

Amaje bi wê yekê jî kir, ewa niha li bakûra Suriyê heye, metirsî yên vegeran û serhelvedan a tundrew û teroristan zêde kirîye.

Got jî:Di dnaûstandinan de berdewam dibin û nirxandina rewşê dikin û ragehand jî, ku tevaya welatên endam di Yekêtîya Ewrûpayê de baş dizanin hevahengîya hevpeymanîya nêvdewletî dijî Daişê encam bide.

Bi pêwîst jî dizane ku hevpeymanîya nêvdewletî di çalakîyên xwe de li dijî Daişê berdewam be.