CHPyî serkefitna Îmamoglu Dinirxînin

Serkeftina Ekrem Îmamoglu ya piştî 25 ku bû Serokê Bajarê Mezin yê Stenbolê ji aliyê CHPyîyan ve ev dû roj in bê navber bi rêha şox şahiyan tê pîrozkirin. CHP dibêjin Ekrem Îmamoglu Serokkomarê dahatûyê ye.

K24-Istanbul

Serkeftina Ekrem Îmamoglu ya piştî 25 ku bû Serokê Bajarê Mezin yê Stenbolê ji aliyê CHPyîyan ve ev dû roj in bê navber bi rêha şox şahiyan tê pîrozkirin. CHP dibêjin Ekrem Îmamoglu Serokkomarê dahatûyê ye.

Piştî 25 salan CHP bi piştgirya Kurdan li bajarê Stenbolê serkeftineke dîrokî bi dest xist. Pştî Ekrem Îmampglu Serokatiya Şaredariya Mezin ya Stenbolê qezenç kir, ji aliyê CHPyîyan ve dû rojan li ser hev bê navber şev rojê şahiyan berdewam kir. Li gorî CHPyîyan di encama hilbijartina 23ê Hezîranê de edalet hatiye cih û pêşbînî dikin ku Ekrem Îmamoglu jî, xwediyê wê hêzêye ku bibe serokkomarê dahatûyê yê Komara Tirkiyê.

Welatî û Endama CHPyê- dibêje:"Edalet hate cih. Êdî em xwedî mirovekî ciwan in. Em li pişta wî sekinîn. Kes nikare pêşiya me bigire. Em gelek bi kêf û coş in, Serokkomarê me yê dahatûyê Serok Ekrem e".

Bi boçûna CHPyîyan bi salan e rê û rêbazên ne bi dadwerane li ser serê wan hatine gerandin. Lê vê carê bi saya Ekrem Îmamoglu ku hemû kom û neteweyên ji hev cihê kariye li dora xwe kom bike, wê ev peragala heyî ya takekesiyê û dewleta ku li ser esasê partiyekê hatiye sazkirin jî dawî lê bînin.

Welatî û Endama CHPyê – got:"Em gelekî kêfxweş in. Edalet cîbicî bû, me heq kiribû û qezenç jî kir."

Welatî û Endamê CHPyê – got:"Em dibêjin wê hertişt hê baştir bibe. Tiştekî din jî nabêjim."

Welatî û Endama CHPyê – got:"13 hezar ne ecibandin lê me 800 hezar ferq avête wan. Hezar şikir ji xwedayê me re. Edaletê cihê xwe dît şikir ji xwedê re."

CHPyîyên ku di heman demê de ji piştevaniya HDPê û Kurdan jî dilxweş in diyar dikin, pêdiviya Tirkiyê bi asayîbûnê heye. Pêwîst e, êdî desthilat vê peyama civakê baş bixwîne û bibîne. Dema wê yekê hatiye ku desthilat jî xwe ji nûve revîze bike û li gorî rewşa civakê ya rasteqînî tevbigere. CHPyîyên ku di hin waran de wek Kurdan difikirin dibêjin, ew şêweya çewsandin an jî cudakirinê êdî li rexê civakê ne xwedî giraniyekê ye. Ev encamên hilbijartinê jî didn nîşan ku civak giringiyê dide, pirrengîbûnê, edaletê, wekheviyê û azadiya hemû neteweyan.