Ji bo “herêma ewle” 2 fermandarên Amerîkî tên Tirkiyê

Ji bo pirsa herêma ewle ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, 2 fermandarên Amerîkî ên pilebilind serdana Tirkiyê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo pirsa herêma ewle ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, 2 fermandarên Amerîkî ên pilebilind serdana Tirkiyê dikin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, Fermandarê Hêzên Esmanî yên Amerîkayê Thomas Bergeson û Cigîrê Fermandarê Hêzên li Ewropayê yên Amerîkayê Stephen Twitty dê hefteya bê serdana  Tirkiyê bikin û digel berpirsên Serokerakaniya Tirkiyê rêvebirina herêma ewle ya li rojhilatê Firatê gengeşe bikin.

Cigîrê Fermandarê Hêzên li Ewropayê yên Amerîkayê Stephen Twitty di meha tebaxê de jî serdana Tirkiyê kiribû.

Berî niha 2 rojan gera hevbeş ya Amerîka û Tirkiyê li Girê Spî destpê kiribû, lê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan nerazîbûn nîşan dabû û got, Amerîka herêma ewle ji bo parastina YPGê dixwaze, ne ji bo çareserkirina xemên Tirkiyê.

 

S. B