Pompêw daxwaz ji ewrûpayîyan dike xwe vekişînin ji rêkkevtina navokî li gel Îranê

Wezîrê derve yê Emerîkayê, Mayîk Pompêw, daxwaz ji welatên Ewrûpa kir, xwe vekişînin ji rêkkevtina welatên 5+1 li gel Îranê, wek çawa Emerîkayê di sala burî de xwe vekişand.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Emerîkayê, Mayîk Pompêw, daxwaz ji welatên Ewrûpa kir, xwe vekişînin ji rêkkevtina welatên 5+1 li gel Îranê, wek çawa Emerîkayê di sala burî de xwe vekişand.

Pompêw, di peyvîekê de, ku li Zanko ya Liwîvîl pêşkeş kirî, got: Daxwaz ji Ewrûpayîyan dikîn destberdarê Îranê bibin û mana wan di çarçoveya rêkkevtina navokî de li gel Îranê ti tiştek jê çê nabe.

Got jî: Ew şaraza şaş in ewê weha dizanin ku sizayên Emerîkayê li dijî Îranê nezok û bê bandor in; Heke welatên Ewrûpayê xwe ji rêkevtina navokî nevekişînin, çunku bê xwe vekişandina Ewrûpayîyan sizayên Emerîkayê karan e û bi bandor in.

Donald Tiramp, serokê Emerîka, di meha Gulana 2018yê biryar da welatê wê, yek alî xwe ji wê rêkkevtinê vekişîne, ku rêveberîya Obama li Tîrmeha 2015yê, Emerîkayê bi pişikdarîya her yek ji Elmanîya, Rûsiya, Birîtanîya, Firana û Çînê  li gel Tehranê wajû kiribûn.