Beyan Samî: Êrîşa ser Rojava, pirsa sereke ya civîna Hevpeymaniyê bû

Nûnera Hikumeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Bayan Samî Ebdilrahman diyar kir, operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ne bi dilê gelek welatên Hevpeyman bû.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnera Hikumeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Bayan Samî Ebdilrahman beşdarî bernameya “Rojev” a Kurdistan24ê bû û li ser civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, ev civîn di demeke gelekî hestiyar de hat kirin, ku ev yekem civîna bû ji piştî operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û ev mijara sereke ya civînê bû.

Bayan Samî Ebdilrahman diyar kir, operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ne bi dilê gelek welatên Hevpeyman bû, ji ber ku Tirkiyê bi biryareke tekalî operasyona xwe birêve bir. Hin welatan jî gotin, Kurdên Sûriyê bi me re şerê DAIŞê kirin û gelek qurbanî dane û divê piştevaniya bi wan berdewam be.

Got jî: Amerîka û hemû welatên din ên endam amaje bi wê kirin, hîna şerê li dijî DAIŞê bidawî nebûye û divê rêgirî li serîhildana DAIŞê li Sûriye û Iraqê bê kirin û piştevaniya Pêşmerge, artêşa Iraqê û hêzên Kurdî li Sûriyê kirin.

Herwiha da zanîn, di civînê de Amerîka, Iraq û hin welatên ji welatên Ewropayê xwastin, ku welatiyên wan ên di nava DAIŞê de şer kirine û niha girtî ne, werbigirin û nabe ev pirsgirêk ji Sûriye û Iraqê re bimîne.

Amaje bi encamên operasyona Tirkiyê kir û got: Ji encama operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê pêleke nû ya koçberan gihîştiye Herêma Kurdistanê û pêştir jî zêdetir ji milyonek koçber û derbider li Herêma Kurdistanê hene, lê divê civaka navdewletî hevkariya Herêma Kurdistanê bike.

Bayan Samî Ebdilrahman da zanîn, li Amerîka û tevahiya cîhanê şerkeftinên Pêşmerge û şervanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê, bilind tê nirxandin, yek ji encamên wê jî ew bû, Kongressa Amerîkî hemû li dijî biryara vekişîna hêzên Amerîkî û operasyona Tirkiyê bûn.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li li Amerîka li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka got: Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka gelekî baş in û dê berfirehtir jî bibin, di çend salên bûrî de pêwendiyên di aliyê serbazî û ewlehiyê de zêdetir hebûn, lê em hewl didin pêwendiyên aborî, bazirganî û kulturî jî firehtir bibin.

 

S. B