Erdogan: Amerika sozên xwe pêkneyîne, dê operasyon berdewam bike

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ger Amerika heta dawiya roja Sêşemiyê sozên xwe bicîh bîn e, mijara herêma ewle dê were çareser kirin...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan di hevdîtina xwe ligel medya biyanî ya li Tirkiye de civînek lidar xist.

Erdogan di civînê de bi taybet liser Operasyona Tirkiye li rojavayê Kurdistanê û Rêkeftina 13 xalî ya Amerika û Tirkiye rawestiya.

Serokomarê Tirkiye got: “Şanda Amerika ya bi serpereştiya Mike Pence pêşniyarek molet dayîn a rawestandina şer a 5 rojan anî. Me ligel şanda xwe, ev pêşniyar nirxand û pejirand. Amerika dinav 120 demjimêran de, dê derketina terorîstan ji derveyî sînorê herêma ewle  pêkbîn e. Ji bo vê, ji duhî şev ve me navbeynek 120 demjimêran da opreasyona xwe. Dinav van 120 demjimêran de, Amerika dê çekên di dest terorîstan de ji wan bigre, sengerên wan hilweşîne û wan derxe derveyî 30 kilometreyan. Piştî wê, kontrola deverê dê bikeve destê Artêşa Tirkiye û bi vî awayî Operasyona Kaniya Aştiyê dikare bidawî were. Ligor lihevhatina me ligel Amerika, piştî vê proseyê jî, hemû dorpêçên li dijî Tirkiye dê bên rakirin.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got: “Ger Amerika heta dawiya roja Sêşemiyê sozên xwe bicîh bîn e, mijara herêma ewle dê were çareser kirin, lê ger na! di xûlek a ku 120 demjimêr xelas dibin de, Operasyona Kaniya Aştiyê dê bi awayek gelek berferehtir dom bike”.

 

 

C.B