Amerika,Mûşekên Patriot li binkeyên xwe yên Iraqê bicîh dike

Wezareta Berevanî ya Amerikayê (Pentagon) ragihand, ku dê mûşekên Patriot li binkeyên xwe yên serbazî li Iraqê bicîh bike...

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevanî ya Amerikayê (Pentagon) ragihand, ku dê mûşekên Patriot li binkeyên xwe yên serbazî li Iraqê bicîh bike.

Egera vê yekê jî, metirsî û gefên bi taybet ên Komara Islamî ya Îranê ne, ku piştî kuştina general Qasim Suleymanî ji alî Amerika ve, êrîşa mûşekî biribû ser binkeyên Amerikayê.

Ligor berpirsên Pentagon, ku ji Fox News TV re ragihandin, herçend êrîşek ser binkeyên Amerikayê dûrî çaverêkirinan jî be, divê Amerika parastina ewleyiyê ya serbaz û binkeyên xwe bigre ber.

Bi vê armancê jî, li bînkeyên serbazî yên Amerika li Iraqê mûşekên Patriot tên bicîhkirin.

 

 

 

C.B