Serok Barzanî: Em ji serxwebûnê venagerin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji nav Stuadyoma navdewletî ya Şehîd Firrenso Herîrî li Hewlêrê ragihand: “Em niha li vir in daku bêjin Belê ji bo serxwebûnê.”

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji nav Stuadyoma navdewletî ya Şehîd Firrenso Herîrî li Hewlêrê ragihand: “Em niha li vir in daku bêjin Belê ji bo serxwebûnê.”


Serokê Herêma Kurdistanê got: “Biryara referandumê ji destê min û hemû partiyên Kurdistanî derketiye û ketiye destê gelê Kurdistanê, guvaş berdewam in ji bo paşxistina referandumê, lê em paşde venagerin û her ku serxwebûn paş dikeve ziyan bêtir li me dibe.”


Di gotara xwe de Serok Barzanî got jî: “Ez ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî re dibêjim: Bi serxwebûna Kurdistanê emê bihêztir ji niha şerê DAIŞê bikin û wek çavê xwe li mişextan miqatebin, ez vê wesiyetê li gelê Kurdistan jî dikim.

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Ez ji welatên cîran jî dibêjim: Em berdewam in li ser rêzgirtina cîrantiyê û em ti gefê li ser kesî çênakin. 
Bang cemawerên gelê Kurdistan dikim di 25 Êlûnê de deng ji bo serxwebûnê bidin.”

 
Di dawiya gotara xwe de serokê herêma Kurdistanê sipasiya hêzên pêşmerge kir, û tekez kirk u ti carî Pêşmerge nahêlin axa Kurdistanê careke din bê dagîrkirin û berdewam ewê Kurdistan biparêzin.