Çavuşoglu: Piştî wergirtina sîstema S-400, ew dê bihêt bikaranîn
K24- Hewlêr
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, piştî temambûna radestkirina sîstema S-400, ew wê sîstemê dê bikar bînin.
Çavuşoglu beşdarî bernameya televîzyoneke Tirkiyê bû û da xuyakirin, veguhestin û bicîhkirina sîstemên parastina asîmanî S-400ê berdewam dike. Da xuyakirin, piştî temambûna veguhestin û bicîhkirinê, ew dê vê sîstemê bikarbînin.
Da xuyakirin, derbarê bikaranîna sîstema S-400an de, dudilîya wan nîn e û got, veguhestina vê sîstemê sala 2020 temam dibe. Ji bo ku di sindoqan de rawestîn in, ev mûşek nehatine kirîn. Ji bo bihêzkirina parastina asîmanê xwe kirîn e û proseya radestkirinê çawa temam bibe, ew dê bikar bîn in.