Rewşenbîrên Kurd daxwazîyekê araste ya Hesen Rohanî dikin

Hejmareke nivîskar û vekolerên pişikdar di kongireya navdarên Kurd daxwaz ji serokê Komara Îslamî Îranê kirin, zimanê Kurdî bi fermî bixe di sîstema perwerdeya Îranê de.

K24- Hewlêr

Hejmareke nivîskar û vekolerên pişikdar di kongireya navdarên Kurd daxwaz ji serokê Komara Îslamî Îranê kirin, zimanê Kurdî bi fermî bixe di sîstema perwerdeya Îranê de.

Evro, Sêşembîyê, di kongire ya navdarên Kurd de li bajarê Sine, rêz li hejmareke nivîskar û vekoleran  hat girtin û nameyek jî araste ya Hesen Rohanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê kirin ku di xwîndingehên Rojhilata Kurdistanê de zimanê Kurdî bi fermî bihê xwîndin.

Ew name ji alîyê her yek ji Kelîmullah Tewehudî, Mezherî xaliqî, Enwer Qeredaxî, Şehram Nazirî, Keyhan Kelhurî û Kurdistan Mokiryanê hatîye wajûkirin.

Berê jî di kongireya Navdarên Kurd ku heftîya buhirî li bajarê Sine birêve çû daxwqaz hat kirin zimanê kurdî bikeve di pirogramê xwîndinê de û dixwîndingehan de li ba zimanê fermî yê Îranê ku Farisîye bihê xwîndin.