Leşkerekî Tirk li Efrînê hat kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand, di êrîşeke Yekîneyên Parastina (YPG) li ser binkeyeke wê li Efrînê de, leşkerî wê hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.
Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, duhî şer û pevçûn di navbera wan û YPGê de derket û di encamê de leşkerekî Tirk hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, YPGê binkeyeke artêşa Tirkiyê li gundê Kîmarê yê li başûrê rojhilata Efrînê topbaran kir û di encamê de ziyanên canî çê bûn.
Herwiha Hêzên Rizgarkirina Efrînê ku bi ser YPGê ve tê naskirin, di daxuyaniyekê de encamdana wê êrîşê lixwe girtibû.
S. B