Daxûyaniya Hikumeta Kurdistanê, bi egera girtina tawanbarê xwaringeha li Hewlêrê

Hikumeta herêma Kurdistanê radighîne , tawanbarê sereke yê teqekirina li Hewlêrê hate girtin. Spasiya Hêzên Asayîşê, dije terorê û welatiyên Kurdistanê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikumeta herêma Kurdistanê radighîne , tawanbarê sereke yê teqekirina li Hewlêrê hate girtin. Spasiya Hêzên Asayîşê, dije terorê û welatiyên Kurdistanê dike.

Peyvdarê Hikumeta herêma Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand , piştî helmetek berfereh a Hêzên Asayîşa herêma Kurdistanê , serpereştyar û kujerê sereke yê kiryara teqekirinê li rêsturanteke bajarê Hewlêrê (Mezlum Dax), ji aliyê Hêzên Dijeteror a Kurdistanê hate girtin.

Herweha di daxûyaniyê de hatiye, em spasiya Hêzên Asayîş û Dijeteror a Kurdistanê dikin, ku di demek e gelek bilez de karîn tawanbar bigrin.

Spasiya welatiyên herêma Kurdistanê dikin bo alîkariya wan.

Di dawîyê de, Hikumeta herêma Kurdistanê tekez dike, ku hewl bo girtina hemû tawanbarên pêwendîdar bi vê bûyerê berdewam dike.

 

 

C.B