Zaxarova: Hezar çekdar ji navçeya bêçek vekişiyane

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya ragihand, zêdetirî hezar çekdarî ji devera rêkeftinê “devera bêçek” a li Idlibê vekişyane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya ragihand, zêdetirî hezar çekdarî ji devera rêkeftinê “devera bêçek” a li Idlibê vekişyane.

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Mariya Zaxarova di konferanseke rojnamevanî de eşkere kir, nêzîkî hezar çekdarî û ligel wê jî nêzîkî 100 yekînyên teknîkî jî ji navçeya bêçek a Idlibê vekişiyane.

Da zanîn jî, ew niha çavdêriya rewşa navçeya bêçek dikin, da ku ji zanyariyên Tirkiyê yên di vê derbarê de piştrast bibin, ka gelo wan çekdaran çekên xwe yên giran vekişandine ya na.

Ev daxuyaniyên Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê di demekê de ne, îro Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihandibû, çekên giran ên çekdarên opozîsyona Sûriyê ji navçeya bêçek a li Idlibê hatine vekişandin.

Roja 17ê Îlona bûrî, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rêkeftinek li ser avakirina navçeya bêçek bi kûrahiya 15 – 20 K.M di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên li Idlibê de îmze kiribûn.

Berî niha jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragehandibû, ew dûr nabîne ku proseya vekişandina çekdaran çend rojan dereng bikeve, lê ew nexeme, ya girîng li cem Rûsyayê ew e, prose bi başî û bihûrî were cibicîkirin.

 

S. B