Asayişa Qamişlo serkirdeyekî ENKSê serbest berda

Serokê Xwecehiya ENKSê ya Rojavayê Qamişlo Mihemed Eyo piştî nêzîkî duh mehan ji binçavkirinê, îro ji zîndanên Rêveberiya Xweser serbest hate berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Xwecehiya ENKSê ya Rojavayê Qamişlo Mihemed Eyo piştî nêzîkî duh mehan ji binçavkirinê, îro ji zîndanên Rêveberiya Xweser serbest hate berdan.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn,Serokê Xwecehiya ENKSê ya Rojavayê Qamişlo û Endamê Desteya Şewermendiyê ya PDK- Sê Mihemed Eyo serbest hate berdan.

Serokê Xwecehiya ENKSê Mihemed Eyo piştî 54 rojan ji binçavkirinê ji aliyê hêzên asayîşê ve hate serbestkirin.

Mihemed Eyo ji K24 re da zanîn, di heyama binçavkirina wî de bêhtir ji 3 caran lêpirsîn pê re hat kirin û tometa wî bi tenê ew e, ku endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) ye.

 

S. B